Nêçîrvan Barzanî û Letîf Resîd civiyan: Divê yasayên hilawestî di zûtirîn demê de bêne pesendkirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, îro 22yê Mijdarê li Bexdayê civiyan.
Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de geşedanên ewlehî, siyasî û aborî yên Iraqê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê hatin gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqa Federal Letîf Reşîd, rewşa giran a awareyên Iraqê yên li kampan anîn rojevê û herdu alî hevnêrîn bûn ku divê karê hevbeş ji bo baştirkirina rewşa jiyan û debara wan were kirin û hewl were dayîn ku bi awayekî aram vegerin cih û warê xwe.
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên emnî, siyasî û aborî yên welat jî hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser piştevaniya pêngavên Hikûmeta Federal ya Iraqê ji bo bicihkirina bernameya xwe ya ji bo baştirkirina jiyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir ji bo welatiyan hate kirin.
Herwiha behsa pêwendiyên Iraqê digel welatên cîran hat kirin û hat gotin, divê ew peywendî li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş bin û tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û yekxistina îmkanan ji bo parastina aramî û serweriya Iraqê kirin.
Li ser şerê dijî terorîstên DAIŞ û kiryarên wan jî her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hemahengiya hevbeş ya di navbera hemû hêzên emnî, Pêşmerge û artêşê de ya ji bo jinavbirina terorîstan û parastina ser, mal û jiyana welatiyan kirin.
Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mijareke din ya civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Iraqa Federal bû ku di vê çarçoveyê da her du aliyan destnîşan kir ku divê diyalogek avaker dest pê bike û yasayên li Parlamentoya Iraqê hilawestî mane di zûtirîn demê da bêne pesendkirin û li gor destûrê bigihin çareseriyekê ku maf, adaleta civakî û wekhevî di navbera hemû pêkhateyên Iraqê da garantî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin