Nêçîrvan Barzanî û Letîf Resîd, li ser çareseriya pirsgirêkên siyasî axivîn

15 November 2022 17:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Letîf Resîd, li ser çareseriya pirsgirêkên siyasî axivîn

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serkomarê Iraqê Letîf Reşîd, di hevdîtina xwe ya ku îro li Hewlêrê kirin de tekezî li ser çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Di agahiyên ku li ser hevdîtina navbera Nêçîrvan Barzanî û Letîf Reşîd hat kirin, hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî ji bo Reşîd gotiye,

“Em li bendê ne ku li gorî derfetê, hûn rola xwe di çareserkirina pirsgirêkan de bilîzin. “

Hat diyarkirin ku amadehî û piştevaniya Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê û hevkarîkirina ligel hikûmeta federal a ji bo aramî û ewlehiya welêt jî ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hatiye dupatkirin.

Her wiha hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê spasiya pêşwazî û piştevaniya Nêçîrvan Barzanî kiriye û hêvî kiriye ku bi hevkariya hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê, ew bikaribin bi hev re kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsgirêkên din ên welêt çareser bikin û aramî û ewlehiyê biparêzin.

Hat eşkerekirin ku aliyan tekezî kiriye ku têgihîştina hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê de kilîla aştî û aramiya welêt e û hat zanîn ku li ser rewşa navçeyê bi giştî û li ser çend mijarên din nirxandin hatine kirin.