Nêçîrvan Barzanî û Letîf Resîd civiyan: Divê herdu alî ji bo berjewendiyên bilind ên astî û aramiyê bixebitin

14 January 2024 17:13 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Letîf Resîd civiyan: Divê herdu alî ji bo berjewendiyên bilind ên astî û aramiyê bixebitin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku li Bexdayê danûstandinên xwe berdewam dike, îro Yekşemê 14ê Çileyê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de, Nêçîrvan Barzanî û Letîf Reşîd tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê, şandina mafên darayî, budçe û mûçeyên Herêma Kurdistanê, berdewamiya gotûbêjên hikûmetê kirine.

Her du aliyan diyar kiriye ku ji bo çareseriya pirsgirikan divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê guftûgoyên xwe berdewam bikin.

Hatiye destnîşan kirin ku her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn daku jiyan û refaha xelkê Herêma Kurdistanê bi pirsgirêkên siyasî re neyê tevlîhevkirin.

Barzanî û Reşîd diyar kirin ku divê hikûmetên Kurdistan û Iraqê ji bo parastina berjewendiyên bilind, aştî û aramiyê bixebitin.

Hêjayî gotinê ye, Nêçîrvan Barzanî doh 13ê Çileyê bi mebesta beşdarîya merasîma bibîranîna salvegera kuştina rêberê olî yê Şîe Mihemed Baqir Hekîm gihîştibû Bexdayê û bi berpirsên bilind ên Iraqê re jî hevdîtin kiribûn.