Nêçîrvan Barzanî û Letîf Resîd civiyan: Têgihîstina Hewlêr û Bexdayê wê pêwendiyan bipês bixe

07 April 2024 15:02 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Letîf Resîd civiyan: Têgihîstina Hewlêr û Bexdayê wê pêwendiyan bipês bixe

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, li Bexdayê civiyan.

Herdu aliyan pêwîstiya berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bicihanîna rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê anîn ziman.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de rewşa giştî ya welat, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rêkeftina dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û hewlên çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê hatin gotûbêj kirin.

Hate diyarkirin ku herdu aliyan li ser berdewamiya diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bicihkirina rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya ji bo avakirina hikûmeta federal û dabînkirina maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçeyên wê, dûrî pirsên siyasî anîn ziman. Herwiha pêwîstiya hevkarî û hevahengiya aliyên siyasî ji bo parastina aştî û aramiya welat bibîr xistin.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku têgihîştina di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rêkeftina li ser mijara mûçeyê dê bandoreke erênî li ser pêşxistina pêwendiyên her du aliyan bike.

Serokomarê Iraqê tekezî li ser girîngiya piştevanîkirina ji bo bicihanîna karnameya hikûmeta federalî û rola Serokê Herêma Kurdistanê di çareserkirina pirsgirêkan, hewlên wî yên berdewam ên ji bo nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan de, bilind nirxand.