Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Iraqê Latîf Resîd re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di seredana xwe ya Bexdayê de piştî tevlî merasima Tevegera Bedrê bû, bi serokkomarê Iraqê bi Latîf Reşîd re hevdîtin kir. Di, hevdîtinê de her dû teref peymana petrolê û destpêkirina îxracata petrolê ya Herêma Kurdistanê wekî pêngavekî erênî pesend kirin.
Barzanî, di hevdîtina bi Latîf Reşîd re li ser asayîşa Iraqê, pêşdeçûnên siyasî û li ser budçê axifîn. Li gor ragihandina serokatiyê; di hevdîtinê de her dû teref razîne ku peymana petrolê ya di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de çêbûye dest bi şandina petrola Kurdistanê kirine.
Her dû teref hêvî kirine ku peymana petrolê bibe mînaka çareserkirina problemên di navbera Erbîl û Bexdayê de. Di hevdîtinê de li ser budça Iraqê, têkiliyên Iraqê bi dewletên cîran re û li ser berjewendiyên hevpar axifîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin