Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê û Brîtanya di pêwendiya dostane ya demdirêj de bi hev ve girêdayî ne

19 April 2022 11:24 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê û Brîtanya di pêwendiya dostane ya demdirêj de bi hev ve girêdayî ne

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel serokatiya şandekê û bi serdaneke fermî gihîşt Londona paytexta Brîtanyayê û li ser armanca serdan xwe peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê armanca serdana xwe û mijarên ku wê di hevdîtinan de gotûbêj bikin, twîtek belav kir û eşkere kir: “Min vê hefteyê serdana Brîtanyayê kir ji bo dîtina rêya bihêzkirina pêwendiyên bazirganî û veberhênana navbera her du aliyan.”

Mesrûs Barzanî da zanîn: “Herêma Kurdistanê û Brîtanya di pêwendiya dostane ya demdirêj de bi hev ve girêdayî ne.”

Herî dawî Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Di warên rûbirûbûna terorê, piştevaniya aware û penaber û pêkanîna aştî û pêşketina zêdetir bo hemû Iraqê de alîkariya hev dikin.”