Mesrûr Barzanî bo derçûyên zanîngehê: Girêdayî Kurdistanê bin, civakeke bihêz û hevgirtî ava bikin

24 October 2024 19:32 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bo derçûyên zanîngehê: Girêdayî Kurdistanê bin, civakeke bihêz û hevgirtî ava bikin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 24ê Cotmehê, beşdarî merasîma derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê bû.

Mesrûr Barzanî, di merasîmê de gotareke bi zimanê Ingilîzî pêşkêş kir û tê de got: “Ev ahenga derçûnê di jiyana xwendekarên derçûyî û malbatên wan de kêlîkeke dîrokî ye, lewma mirov şanazî û hêviyan di çavên derçûyan de dibîne, di demekê de ku ew xwe ji bo qonaxeke nû ya jiyanê amade dikin.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir, derçûna hejmareke din a xwendekaran tevlîbûneke girîng e ji bo pêşxistin û pêşvebirina civakê, herwiha hêvî xwest ku rolekê wan a diyar di avakirina paşerojeke geş ji bo Kurdistanê û bilindkirina pêgeh û navdariya Herêma Kurdistanê de hebe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di beşeke din a gotara xwe de bal kişand ser hilbijartinên Parlamena Kurdistanê û destnîşan kir ku, niha di qonaxa amadekariyan de ne ji bo pêkanîna Kabîneya Dehan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku pêdivî ye hikûmet li asteke bilind be ku zêdetir alîkarî di navbera dezgehan de hebe. Serokwezîr Barzanî da zanîn, wê pêşxistina perwerde û xwandinê herdem dê ji karên pêşiyê yên hikûmetê be.

Mesrûr Barzanî got, “Ew serkeftina ku me vê heftiyê di hilbijartinan de bi dest xist, ew erk nû kir ê ku ji aliyê gel ve ji bo bicihanîna armancên me bi me hatiye spartin, lewma ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ku bên cem projeya me ya niştîmanî ji bo avadankirin û pêşxistina welat bi rêya bikaranîna şiyanên tevaya dezgehên perwerdeyî û fêrkarîyê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, “Hevhelwestbûna li ser girîngî û berdewamiya warên xwandin û fêrkirinê me dike hêzeke xweragir. Niha jî derfeteke nû heye ji bo ku em rêzên xwe bikin yek, lewma erkê hikûmeta nû ye ku rûbirûyî qebxwaziyan bibe û bi yekrêzî serederiyê bi rewşa ewlehî û qebxwaziyên aborî re bike, li deverekê de ku di alozî û nearamiyê de ye.”

Serokwezîr Barzanî eşkere kir ku, Herêma Kurdistanê herdem bingeheke seqamgiriyê ye li devereke pirî nearamî û tevlîhev, lewma Herêma Kurdistanê wek her car faktoreke aramî û seqamgiriyê li deverê dimîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa wan destkefityan jî kir ên ku Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dest xistine, yek ji wan jî projeya Hejmara Min e ku heta nêzî 700 hezar fermanberên kertê giştî di vê projeyê de hatine tomarkirin. Projeya Ronahiyê ya karebê ku armanc jê dabînkirina kareba 24 seetî li seranserî Herêma Kurdistanê ye. Vê projeyê jî pêşketineke berçav bi dest xistiye, ji ber ku heta niha zêdetirî 50 hezar welatiyan sûde ji kareba 24 seetî wergirtiye. Herwiha plan jî berdewam in û ev proje li Silêmanî û Dihokê jî vedigire.

Mesrûr Barzanî girîngiya kertê çandinê anî ziman û got, armanca wan ew e ku Kurdistan li Rojhilata Navnî bibe çavkaniya xurekî, lewma daxwaz ji derçûyan kir ku bi rêya dahênanan û zêdekirina berheman tevlî bicihanîna wê armancê bibin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji derçûyan kir ku girêdayî Kurdistanê bin û tevlî avakirina civakeke bihêz û hevgirtî bibin. Mesrûr Barzanî soz da ku piştevaniya hemû pêşengiyên dahênerane bike ku pêşkêş dikin, çi li dezgehên hikûmetê be an jî li kertê taybet. Herwiha got, hez û bawerîbixwebûn ji bo bidestxitina destkeftiyan kilîlên serkeftinê ne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya dê û bavên xwendekaran jî kir ku bizaveke giranbiha û binirx ji bo zarokên xwe kirine, lewma îro roja rêzgirtina li wan û bizava wan e. Li dawiyê jî daxwaz ji derçûyan kir ku bi bawerî ve ber bi paşerojê ve pêngavan biavêjin.