Dema raspardina pêkanîna hikûmetê bo Mesrûr Barzanî diyar bû

30 May 2019 13:05 0 dîtin
Dema raspardina pêkanîna hikûmetê bo Mesrûr Barzanî diyar bû

PeyamaKurd - Endamekî Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere dike, di demên pêş de biryara YNKê çawa be jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de wê pêk were.

Endama Serkidatiya PDKê Çinar Seid Ebdulah ji medya Kurdistanê re got: “Em hêvîdar in, hêzên biryar dane û bi me re rêkeftin îmze kirine, bi hev re hikûmeteke bihêz pêk bînin, ji ber xelkê Kurdistanê çaverê dike ku bê pêkanîn. Bi her egerekê, eger komdengî nebû û her aliyek nekarî pabendî wan rêkeftinan bibe, di baweriya min de em ê pir dereneg bimînin, ji ber wê ev prose dê berdewam bibe.”

NÊÇÎRVAN BARZANÎ 10Ê HEZÎRANÊ SOND DIXWE Û 12Ê HEZÎRAN JO PÊKANÎNA HIKÛMETÊ ERKÊ DIDE MESRÛR BARZANÎ

Li gor dema Parlemantoyê diyar kiriye, Nêçîrvan Barzanî 10ê Hezîrana 2019an de sonda yasayî dixwe û pêkhate jî beşdarî pêkanîna hikûmetê dibin. Parlemantoya Kurdistanê roja 10ê Hezîranê li hola Seid Ebdula dicive û Serokê Herêma Kurdistanê sonda yasayî dixwe.

Herwiha biryar e jî roja 12ê Hezîranê jî Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmekê de Mesrûr Barzanî bi pêkanîna hikûmetê rasperde bike. Serokê raspardeyî bi hikûmetê jî moleta 30 rojî jê re heye, kabîneya nû ya hikûmetê pêk bîne.  

Di bangeşenameyekê de Seroka Parlemantoya Kurdistanê Vala Ferîd Îbrahîm parlemantaran agadar kir, Parlemanto roja 10ê Hezîrana 2019an de ji bo sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê yê hatiye hilbijartin bicive.