Mesrûr Barzanî: Em bi piraniya kompaniyan re axivîn, dixwazin werin Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tevlîbûna şanda Kurdistanê di Korbenda Aboriyê ya Cîhanî li Davosê de, nirxand û got, “Em ligel piraniya kompanyayên li korbendê beşdar bûne axivîn, ew jî dixwazin bêne karê veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin û sûdê ji ezmûna me werbigirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Armanca beşdariya me di vê korbendê de ew e, ji bo cîhan bizane em rûbirûyî çi zehmetiyan bûne. Ji bo hem em nêrînên xwe bi wan rabigihînin û hem jî guhdariya wan bikin, ji bo çareserkirina qeyranên ku niha li cîhanê bi giştî hene.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Em li Herêma Kurdistanê dibe ku heta radeyekê em xwedî bandor bin ji bo kêmkirina beşek ji wan pirsgirêkên ku di sektora asayişa xurekê û enerjiyê de hene, ku qet nebe bikarin li navçeyê derzê tijî bikin.”
Li ser pirsa hevkarî û hevahengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Vê carê pirsên ku zêdetir li Korbenda Davosê hatine behskirin, pirsên girêdayî pirsgirêkên asayişa xurekê, enerjî, hin pirsên siyasî û bandora şer bûn, wek şerê li Ukraynayê ku ev pirsgirêk bandora wê li ser pirsên din jî hebû, ne tenê li Ewropa, lê belê li hemû navçeyên din jî.”
Serokwezîr Barzanî diyar kir: “Em li ser wê yekê axivîn ku çawa bikarin hevkariya hev bikin. Em ligel piraniya kompanyayên li korbendê beşdar bûne axivîn, ew jî dixwazin bêne karê veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin û sûdê ji ezmûna me werbigirin ku tevî wan qeyranên rastî me hatine, çi wek rûbirûbûna terorê, yan jî wek ew pirsgirêkên li navçeyê hene, Kurdistanê karî bi ser pêyê xwe raweste û gavên baş jî ber bi pêş ve bavêje.”
Mesrûr Barzanî da xuyakirin: “Me daxwaz ji wan kompanyayan kir bêne li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin, wan jî amadehiya xwe nîşan dan. Ew di wê baweriyê de ne ku derfeteke mezin li Herêma Kurdistanê heye û ew jî dixwazin sûdê jê werbigirin. Helbet em ê jî sûdê ji şarezayîya wan werbigirin û em dikarin hevkariya hevdu bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin