Blinken: Em bi Mesrûr Barzanî re li ser yekîtiya Kurdan û êrîsa ser Hewlêrê axivîn
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, derbarê pêwendiya xwe ya telefonî ya ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku doh 13ê Adarê piştî êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de pêk anîbû daxuyanî da.
Blinken got ku ew li ser yekrêziya nav Kurdan, piştevaniya Kurdistanê li hemberî êrîşan, pêwîstiya serweriya erda Iraqê û hikûmeta nû axivîne.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ez dibêjim ku em li hember êrîşan piştevaniyê didin Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin