Mesrûr Barzanî ji Blinken re: Spas ji bo pistevaniya we ya berdewam
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kir ji bo berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Serokwezîr Barzanî di daxuyaniya xwe ya li ser hesaba Xê ya tora civakî de got: "Em spasiya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dikin ku berdewam piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike."
Barzanî di peyama xwe de got, “Hevkariya me bingeha pêşketina me ye. Di rizgarkirina Iraqê ji dîktatoriyê de û di şerê li dijî DAIŞê de em bûn hevpeyman. Niha em li asoyek aborî ya nû, bihêztir û aramî di têkiliyên xwe de dinêrin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin