Mesrûr Barzanî spasnameyek ji parêzgarê Silêmaniyê re sand
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke spasnameyê pêşkeşî parêzgarê Silêmaniyê û berpirsên yekîneyên rêveberiya Silêmaniyê kir.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir li ser rûpela xwe ya facebookê eşkere kir: “Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyameke spasnameyê spasiya parêzgarê Silêmaniyê, cîgirên parêzgar û serokên yekîneyên rêveberiya parêzgariya Silêmaniyê kir.’’
Serokwezîr Barzanî di peyamê de gotiye: “Parêzgarê Silêmaniyê birêz Heval Ebubekir
Ji ber ku we wek parêzgarê Silêmaniyê erkên xwe bi awayekî temam û rêkûpêk û dilsozane bicîhanîne, spasî û pêzanînên xwe pêşkeşî we yê birêz dikin.
Hêvîdarim berdewam bi wî ruhî berdewambin di xizmeta xelkê Kurdistanê de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin