Parêzgarê Silêmaniyê: Bi fermana Mesrûr Barzanî 64 kes hatin îstixdam kirin

31 May 2021 18:41 0 dîtin
Parêzgarê Silêmaniyê: Bi fermana Mesrûr Barzanî 64 kes hatin îstixdam kirin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Silêmaniyê ya Kurdistanê, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 64 kes bûn xwedî kar.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand, bi fermana serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî 64 kes di pişka rêveberiya avê de hatin îstixdamkirin.

Parêzgarê Silêmaniyê diyar kiriye ku ew kesên ji bo kar hatine wergirtin, bi awayê girêbest hatine îstixdamkirin.

Li gorî fermana Mesrûr Barzanî ya hatiye belavkirin, navên wan kesên bo kar hatine wergirtin jî hatiye nivîsîn.