Daxuyaniya Amerîkayê li ser hevdîtina Mesrûr Barzanî û Blinken
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hat destnîşankirin ku Blinken û Barzanî tekezî li ser giringiya hevkariyên Amerîkayê yên ligel Herêma Kurdistanê di çarçoweya nirxên hevbeş de, ji wan ewlekariya herêmê, rêveberiya baş û rêzgirtina li mafên mirovan kirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya li ser navê Berdevkê Wezaretê Matthew Miller de hat ragihandin ku Blinken û Barzanî tekezî li ser girîngiya hevkariyên Amerîkayê yên li gel Herêma Kurdistanê di çarçoweya nirxên hevbeş de ji wan ewlekariya herêmê, rêveberiya baş û rêzgirtina li mafên mirovan kirine.
Blinken piştevaniya xwe ji bo hevkariyên avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha yekrêziya zêdetir di nav Herêma Kurdistanê de ji bo zêdekirina aramî û aramiya aborî ya hemû gelên Iraqê nîşan da.
Blinken û Barzanî li ser giringiya beşdariya Kurdan di Komisyona Bilind a Leşkerî ya Amerîka û Iraqê de tekez kirin ku ev yek wê bibe garantîkirina derbasbûna hevkariyeke dualî ya hertimî ya ewlehiyê di navbera Amerîka û Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de.
Blinken herwiha eşkere kir ku piştgiriya Amerîka bo Herêma Kurdistana bihêz, wê bibe bingehê pêwendiyên dînamîk û berfireh yên Amerîka bi Iraqê re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin