Ji Koska Spî daxuyaniya hevdîtina Sullivan û Mesrûr Barzanî: Kurdistan hevpareke girîng e
PeyamaKurd - Koçka Spî ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di civîna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan a li Davosê de, êrîşên artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê û şehîdkirina welatiyên sivîl bi tundî hatiye şermezarkirin.
Koçka Spî di ragihandina derbarê hevdîtinê de eşkere kir, her du aliyan girîngiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federalî ve bo Hewlêrê tekez kiriye.
Li ser êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê hate gotin, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê rêz ji bo Herêma Kurdistanê wekî hevpareke girîng a Amerîkayê nîşan daye û piştevaniya welatê xwe ji bo Hewlêrê teqez kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin