Antony Blînken û Mesrûr Barzanî li ser êrîsa ser Hewlêrê axivîn
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji ber êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de, pêwendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk anî.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê êrîşa terorîstî ya ser Hewlêrê şermezar kir û di pêwendiya telefonî de, her du alî hevnêrîn bûn ku ev êrîşa terorîstî binpêkirineke eşkere ya serweriya Iraqê ye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha bal kişand ser pêwîstiya rûbirûbûna wê propagandaya nerast ku di van salên dawiyê de tê kirin û her dem dibin behane ji bo êrîşkirina ser Hewlêrê.
Mesrûr Barzanî, ji bo şermezarkirina êrîşa teroristî spasiya Wezîrê Derve yê Amerîka kir û daxwaz kir Amerîka piştevaniya zêdetir li Herêma Kurdistanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin