Mesrûr Barzanî: PDK bûye cihê baweriya piraniya gelê Kurdistanê
PeyamaKurd – Serkwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, îro 10ê Îlonê li Hewlêrê bi hejmarek kadroyên PDKê re civiya.
Mesrûr Barzanî got: “PDK take hêz bû her tim li sengerê pêşî yê parastina rûmet û kerameta gelê Kurdistanê û destkeftên netewî bûye, lewma bûye cihê baweriya piraniya gelê Kurdistanê.”
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî da zanîn, “PDK ji roja damezrandina xwe ve li ser destê rêberê me yê netewî Barzaniyê nemir de, partiya hemû çîn, civak û hemû navçeyên Kurdistanê bû û cihê şanaziyê ye ku îro PDK parêzvan û garantorê parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.”
Bi giyanekî bilind di xizmeta gelê Kurdistanê de bin
Mesrûr Barzanî daxwaz ji endam, kadro û alîgirên PDKê kir ku di ser asta mezinahî, giranî û pêgeha partiyê de bin û bibin nimûneyeke bilind a serbilindî û dilsoziyê û bi giyanekî Kurdistanî di xizmeta gelê Kurdistanê de bin.
Dema tengahiyan PDK take hêza parastina rûmet û kerameta gelê Kurdistanê bû
Cîgirê Serokê PDKê destnîşan kir, di dema qeyran û tengahiyan de, PDK take hêz bû hertim li sengerê pêşî ya parastina rûmet û kerameta gelê Kurdistanê û destkeftên netewî bûye, lewma bûye cihê baweriya piraniya gelê Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî herwiha got: “Kurdistan bi saya PDKê, dê hê zêdetir pêş bikeve, vejîn bibe û geş dibe. Ji ber vê yekê, PDK tekane hêviya Kurdistanê ye û serkeftina PDK jî serkeftina her Kurdistaniyekî welatparêz e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin