Mesrûr Barzanî: Cihê daxê ye ku pabendbûn sist bûye
PeyamaKurd - Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê belavbûna zêdetir a şewba koronayê de peyamek nû weşand û diyar kir ku metirsiya koronayê gelek cidî ye û nêzîk e ev derd zêdetir belav bibe.
Ev jî deqa wê peyama Mesrûr Barzanî ye:
Hevwelatêyên birêz..
Metirsîya derdê koronaya nû (COVID- 19) gelek cidî ye û di van rojan de bi sedema sistîya pabendbûnê bi rênimayî yên tenduristîyê, lê nêzîk e ev derd bilez belav bibe.
‘Rê li ber belavbûna şewbê hat girin’
Em ji destpêka belavbûna vî derdî ve daxwaz ji hevwelatîyên xweştivî dkin, ku pabendî rênimayî yên tendurstî bin û spasîya we jî dikim, ku pabend bûn û bi awayeka gelek baş rê li pêş belavbûna wî derdî hate girtin û ev serkevtin jî bû cihê behs û avirdan gelek welat û rêkxistîyên nêvdewletî.
‘Cihê daxê ye ku pabendbûn sist bûye’
Lê cihê daxê ye, niha ev pabendbûn sistî têketîye, hinek alî jî hewla bi sîyasetkirina evan hewlên hikumetê dane û xwaztine ev rênimayîyên tenduristîyê bê nirx û bê mifa nîşan bidin û cihê daxê jîyana hevwelatîyan ji bo armancên xwe yên sîyasî xistîne di metirsîyê de. Niha ewên ku dijî rênimayî yên tenduristîyê reftar kirine û xelik han dida daku pabendê rênimayîyan nebin, divê berpirsyarîya can û tenduristîya xelkê xistine di metirsîyê de bixene di stûyê xwe de û dawîyê bi yarîkirinê bi jîyana xelkê bihînin.
Ez careka dî daxwaz ji hemû xwîşk û birayên hevnîştîmanîyên xwe dikim pabendê rênimayîyên tenduristîy bin û tenduristîya xwe, kesûkarên xwe û xelkên din li jêr bandora wan piropagindeyan nexene di metirsîyê de.
Selametîya hewe bo me ji hemû tiştan giringtire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin