Mesrûr Barzanî bûyera sewata Hewlêrê ji nêz ve disopîne
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo lêkolînkirina şewata ku li Bazara Lenge ya Hewlêrê derketibû, parêzgarî û aliyên pêwendîdar erkdar kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şopandina şewata ku roja 27ê Sibatê li Bazara Lenge derketibû, bi waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re bi telefonê axivî.
Mesrûr Barzanî ku fermana lêkolînê li aliyên rayedar ji bo diyarkirina sedema şewatê da, tîmên agirkujiyê, polîs, asayîş, trafîkê, tenduristî û şaredariyê ku zû gihîştine cihê bûyerê, ji bo kontrolkirina agir û rizgarkirina birîndaran pîroz kir.
Serokwezîr diyar kir ku hikûmet amade ye alîkariya mexdûran bike û talîmat da saziyên dewletê ku di vî warî da çi hewce bike bikin.
Şewata mezin a do Sêşemî 27ê Sibatê di saetên êvarê de li Bazara Lenge ya Hewlêrê derketibû, piştî karkirina zêdetirî 3 saetan tîmên agirkujê û berevaniya sivîl hat kontrolkirin. Li gor agahiyên ewil ji ber şewatê ji sedî 10 heta 15ê bazarê zirar dîtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin