Mesrûr Barzanî: Xwedayê mezin axeke bihêz daye Kurdistanê, divê em sûdê jê bigirin

13 June 2022 22:41 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Xwedayê mezin axeke bihêz daye Kurdistanê, divê em sûdê jê bigirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana xwe ya bo Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê de ku ji aliyê Wezîr Bêgerd Talebanî ve hat pêşwazîkirin, bi amadebûna wezîr û birîkarê wezaretê û şêwirmend û rêveberên giştî, seroktiya civîneke Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kir.

Di daxuyaniya hat belavkirin de, hat diyarkirin ku di civînê de, Wezîra Çandiniyê spasiya Serokwezîr kir ku girîngiyeke mezin dide vejandin û pêşvebirina sektora çandinî û berhemên naxweyî û dabînkirina asayîşa xurekê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de bal kişand ser berdewambûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê ji bo girîngîdana çandiniyê weke bingeheke sereke bo avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê û got, “Xwedayê mezin sirûşteke ciwan û axeke bihêz daye Herêma Kurdistanê û divê bi awayê herî baş, sûdê jê werbigrin û bixin xizmeta xelkê Kurdistanê û geşpêdana aboriyê.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku divê hemû hewldan werin kirin ji bo dabînkirina asayîşa av û xurekê û piştevanîkirina berhemên navxwe yên cotkarên Kurdistanê û eşkere kir ku di hemû serdanên xwe yên bo welatên derve û civînên ligel rayedarên payebilind ên wan welatan de, yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên wî, girîngîdana sektora çandinî û dîtina bazar ji bo berhemên navxweyî bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha behsa girîngiya parastina ava bin erdê û girîngîdana bendav û tijekirina wan bi avê û çêkirina bendavên nû kir, ji ber ku bendav ji bilî ku sûdê dide çandinî û berhemanîna elektrîkê, dikarin weke projeya geştûguzariyê jî sûdê jê werbigrin û ev jî erkê sereke yê hikûmetê û civak û welatiyan bi giştî, parastina serweta avê ye.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya zêdekirina rêjeya hêşinahiya li bajaran û liberçavgirtina mercên jîngehê li avahîsazî û parastina daristanan û girîngîdana zêdetir ji bo park û bexçeyan û ev jî weke rêyeke rûbirbûna hişkesalî û guherîna keş û hewayê nirxand.