Mesrûr Barzanî: Cejna we pîroz be, Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze

27 June 2023 19:53 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Cejna we pîroz be, Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Hezîranê bi peyamekê Cejna Qurbanê ya ku sibe 28ê Hezîranê roja yekem a cejnê ye pîroz kir.

Mesrûr Barzanî got: “Bi hêviya ku ev cejn bibe mayeya tebayî û lêborîn û xêr û xweşiyê û pêşketina zêdetir a niştimana me û desteberbûna aştî û seqamgîriyê li navçe û cîhanê bi giştî. Cejna we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.”

Serokwezîr Barzanî di peyam xwe de ragihand: “Bi boneya Cejna Qurbanê, ez germtirîn pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Herêma Kurdistanê û Iraqê û cîhanê dikim, bi taybetî Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayişa navxwe û kesûkar û malbatên serbilind ên şehîdan û enfalkiriyan. Ez hêvîdar im di hewayeke aram û şadiyê de rojên cejnê û betlaneyê derbas bikin.”