Mesrûr Barzanî Cejna Çilê Havînê ya Êzidiyan pîroz kir

02 August 2024 16:27 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Cejna Çilê Havînê ya Êzidiyan pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo hatina Cejna Çilê Havînê ya Êzidiyan, pîrozbahî li Mîrê Êzidiyan û Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hemî Êzidiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê ji Cejna Çilê Havînê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Bi helkefta cejna Çilê Havînê, ez pîrozbahiyeka germ arasteyî tevaya xûşk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û Cîhanê, bi taybetî rêzdaran Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Ruhanî dikim. Ez hêvîdar im di xweşî û tenahiyê de cejnê derbaz bikin.

Bi vê helkeftê, em piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî dîsa tekez dikin.

Cejna Çilê Havînê pîroz be û hertim di xweşiyê de bin.”