Mesrûr Barzanî: Cejna Çileya Havînê ya Êzîdiyan pîroz kir
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi peyamekê Cejna Çileya Havînê ya Êzîdiyan pîroz kir.
Serokwezîr di peyama xwe de diyar kir: “Ji bo Cejna Çileya Havînê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xwişk û birayên Êzîdî yên Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim di rewşeke aram û ewle de cejna xwe derbas bikin.
Herwiha got: “Bi vê boneya vê rojê careke din dubare dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê karîn û hewlên xwe bo zêdetir xizmet kirina xwişk û birayên Êzîdî û kêm kirina êş û elemên wan bi tevger dike.”
Herî dawî da zanîn: “Cejna çileya havînê pîroz be û hertim di nava xweşiyê de bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin