Mesrûr Barzanî Cejna Kurdên Êzidî pîroz kir

20 December 2024 11:03 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Cejna Kurdên Êzidî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Cejna Rojiya Êzidiyên Kurdistan û cîhanê pîroz kir.

Serok Barzanî bi helkefta Cejna Rojiyê ya Kurdên Êzidî, roja Pêncşemê 19.12.2024ê peyameke pîrozbahiyê parve kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de Cejna Rojiyê li Êzidiyan pîroz kir û got: Hêvîdar im Cejna xwe bi aramî û xweşî derbas bikin.

Serokwezîr di berdewamiya peyama xwe de wiha got:

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din piştrast dike ku xizmetkirina Êzidiyan û hemû pêkhateyên civaka Kurd weke erkê xwe yê sereke dibîne û rijd e ji bo bihêzkirina çanda jiyana hevbeş. Cejna we pîroz be û her dem pîroz be."

Kurdên Êzidî ji bilî Cejna Rojiyê 7 cejnên din jî pîroz dikin.

Cejna Cemayî, Çiley Zistan û Çiley Hawin li Laleşê tê pîrozkirin, Cejna Rojiyê, Bilendi, Xidr Îlyas, Cejna Sersalê û Cejna Qurbanê wek cejnên civakî tên pîrozkirin.