Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Rojiya Êzî pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir

14 December 2023 22:41 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Rojiya Êzî pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi minasebeta hatina Cejna Rojiya Êzdî, peyameke pîrozbahiyê bo Kurdên Êzidî belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de diyar kir, “Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyên xwe pêşkeşî xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hîvîdar im ev cejin bibe sedema xêr û xweşiyê û aştî û tenahiyê.”

Mesrûr Barzanî got: “Di vê helkeftê de, em dîsa xûşk û birayên Êzidî piştrast dikin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemî şiyanên xwe ve ji bo asayîkirna rewşa devera Şingalê kar dike, da ku awareyên wê deverê bi serbilindî vegerin ser mal û cih û warên xwe û em bişên pitir xizmetê pêşkêşî xûşk û birayên Êzidî bikin. Cejna we pîroz be û her di xweşiyan de bin.”