Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî cejna rojiya êzidîyan pîroz kirin

14 December 2018 20:06 0 dîtin
Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî cejna rojiya êzidîyan pîroz kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejina rojiya êzidiyan pîroz kirin.

Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twîterê cejna rojiyê li hemû êzdiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz kir û got, her çiqas di dema borî de êzidî rastî êş û nexweşiyan bibin jî ez di wê baweriyê de me siberojeke baş li pêşiya êzdiyan heye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi peyamekê ragihand, Cejna Êzî ya Kurdên Êzidî di demekê de tê pîrozkirin ku mixabin hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî li kampan dijîn û nekarîne vegerin navçeyên xwe.

Nêçîrvan Barzanî got, ew hêvîdar in Kurdên Êzidî vegerin navçeyeke aram û avedankirî û diyar kir ku dê Herêma Kurdistanê hewlên xwe yên bo rizgarkirina revandiyên êzidiyan û avadankirina cih û warên wan zêdetir bike.