Mesrûr Barzanî Cejna Kurdên Êzidî pîroz kir: Em ji bo vegera Singalê û xizmeta zêdetir...
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî cejna Çileya Havînê li Êzidiyan pîroz kir û got, “Xwişk û birayên Êzidî piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû karînên xwe bikar bîne, ji bo xizmetkirina bêhtir a Êzidiyan û vegera koçberên Şingalê.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Çileya Havînê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, “Bi hilkefta cejna Çileya Havînê, pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim. Hêvîdar im cejneke pir şad û bextewer be.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Bi vê hilkeftê, xwişk û birayên Êzidî piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû karînên xwe bikar bîne, ji bo xizmetkirina bêhtir a Êzidiyan û karkirin ji bo vegerandina koçberên Şingalê bo cih û warên wan û avedankirina deverên Êzidiyan bi hevkariya hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Hêvîdar im her sal ev cejn û hemû cejnên din bi xêr, xweşî, tebayî û bi giyanê pêkvejiyanê derbas bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin