Mesrûr Barzanî serdana Lalesê kir: Êzidî xwisk û birayên me yên Kurdên resen in

03 June 2024 18:38 0 dîtin
Mesrûr Barzanî serdana Lalesê kir: Êzidî xwisk û birayên me yên Kurdên resen in

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî merasîma danîn kevirê bingehîn ê rêya rêya Baedrê-Êtîtê serdana Laleşê kir.

Mesrûr Barzanî dema serdanê ji rojnamevanan re got, “Em dixwazin karekî wisa bikin ku birayên me yên Êzidî yên Şingalê vegerin ser warê xwe û deverên xwe bi rê ve bibin.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir, “Êzidî xwişk û birayên me ne û Kurdên resen in. Ez hêvîdar im em bikarin zêdetir xizmeta xwişk û birayên Êzidî bikin.”

Mesrûr Barzanî herwiha got, “Cihê şanaziyê ye û em dilxweş in ku derfet hebû em ji nêz ve serdana Laleşê bikin û Mîrê Êzidiyan û Civata Ruhanî bibînin.”