Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinan bûye dibistanek ku tê de gelek jin û serkirdeyên jêhatî hatine mezinkirin

11 December 2023 14:02 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Jinan bûye dibistanek ku tê de gelek jin û serkirdeyên jêhatî hatine mezinkirin

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Yekîtiya Jinên Kurdistanê bûye dibistaneke ku tê de gelek jin û serkirdeyên jêhatî mezin bûne.

Mesrûr Barzanî bi helkefta 71 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyameke pîrozbayî belav kir, pîrozbahî li endamên sekreteriya Kurdistanê û hemû jinên Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê roleke girîng di dîroka bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de lîst û bû dibistanek ku tê de gelek jin û serkirdeyên jêhatî hatin perwerdekirin.”

Mesrûr Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew ê berdewam bin li ser parastina mafên jinên Kurdistanê û got, em rijdbûna xwe ji bo bihêzkirina rol û pêgeha jinan di rêvebirin û pêşxistina şiyanên xwe de dubare dikin.