Mesrûr Barzanî: Em ê her dem pistevaniya têkosîna mafdar û mafên jinan li Kurdistanê bikin
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya ji bo Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar de ragihand ku ew ê her dem piştevaniya têkoşîna mafdar û mafên jinan li Kurdistanê bikin.
Mesrûr Barzanî bi helkefta hatina roja cîhanî ya jinan pîrozbahî li hemû jinên Kurdistan û cîhanê kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de parve kir, diyar kir ku ew ê her tim piştgiriyê bidin daxwazên rewa yên jinan û got, "Ji bo civakek azad û saxlem ez ê parastina mafên jinan bikim."
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Bi vê minasebetê careke din biryardariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina mafên jinên Kurd, baştirkirina rewşa jiyana wan, bihêzkirina statû û pêgeha wê di warên desthilatdarî û rêveberiyê de û bihêzkirina prensîbên wekheviya zayendî piştrast dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin