Mesrûr Barzanî: Wê Hikûmeta Kurdistanê pistevaniya Bingeha Lalesê bidomîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokwezîr Barzanî got: “Bi helkefta 31 saliya damezrandina Bingeha Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî, pîrozbahiyê li Serok û endamên Komîteya Bilind û hemû xwişk û birayên Êzidî dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Hêvîdarim Bingeha Laleşê berdewam be di xizmetkirina çanda resen a Kurdî û pêşxistina dab û nerîtên civaka Êzidî û canê biratî û pêkvejiyanê di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Bi vê hilkeftê, em piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bingeha Laleşê û mafên xwişk û birayên Êzîdî bi giştî tekez dikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin