Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bê cudahî xizmeta sed hezaran penaberan kiriye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Tîrmehê di merasîma rênimayên rêxistina karûbarên penaxwazan a li Hewlêrê birêve çû de gotarek pêşkeş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî cudahiya olî, nijadî û neteweyî, mêvandariya bi sedhezaran penaxwaz û penaberên ji welatên cîran û herwiha kesên koçberên ji Iraqê kiriye. Bi taybetî di destpêka êrîşên terorîstên DAIŞê de, bi hezaran kes koçberî Herêma Kurdistanê bûn. Ev di demekê de bû ku em wê qonaxê, rûbirûyî rewşeke dijwar û kirîza darayî bûbûn. Lê tevî vê rewşa dijwar jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyariya sereke ya mêvandariya bi dehan kampên penaberan girt ser milê xwe û piraniya barê giran li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê maye.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Îro jî Herêma Kurdistanê berdewam e di parastin û hewandina bi sedhezaran koçber û penaberan de, ku ji ber tirs û nebûna ewlekarî û aramiya navçeyên xwe reviyane Herêma Kurdistanê. Mixabin rewşa welat û herêmên wan hîna venegeriyaye rewşa asayî, ta ku ew vegerin.”
Serokwezîr Barzanî bibîr xist: “Bêguman, ti kes hez nake ku di koçberiyê de bijî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim li gel wê yekê ye ku hemû penaber bi awayekî xwebexş vegerin, bi rêya asayîkirina rewşa navçeyên wan, da ku bi serbilindî vegerin malên xwe.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) mijûlî amadekirin û dariştina rênimayên îdarî bû, li ser rewşa penaxwazan li Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîr Barzanî got: “Ev rênima, beşek ji bernameyên îdarî û yasayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo parastina mafên penaxwaz û penaberan û diyarkirina erkên wan e. Bi taybetî di warê rêkxistin û yekxistina rêkarên hatin û pêşwazîkirina penaxwazan û cîbicîkirina maf û erkên wan li Herêma Kurdistanê. ”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîma ku bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ev rênima amade kirine, kir û wiha pê de çû: “Em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê dê her tim wek nimûneyeke geş a mêvanperweriyê û penageheke ewle bimîne, ji bo hemû kesên ku ji tirsa zilm, teror û çewisandinê serî li Herêma Kurdistanê didin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin