Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê ji bo zêdetir bihêzkirina jinan kar dike

31 October 2023 18:24 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê ji bo zêdetir bihêzkirina jinan kar dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir bihêzkirin û pêşxistina rol û pêgeha jinan li nav hikûmetê kar dike.. Ez jinên Kurdistanê piştrast dikim ku ez dê her dem piştevanê mafên wan ên rewa bim”.

Mesrûr Barzanî îro Sêşemê, 31ê Cotmehê di merasîma taybet a ji bo derketina biryara 1325ê ya Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya taybet bo jin, aştî û ewlehiyê de gotarek pêşkeş kir.

 Mesrûr Barzanî di merasîma ku ji aliyê Civata Bilind a Xaniman û Geşepêdan û Desteya Wekheviya Regezî û Karînên Jinan a Neteweyên Yekbûyî ve (UN Women) hatibû lidarxistin de got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir bihêzkirin û pêşxistina rol û pêgeha jinan li nav hikûmetê û nehêlana hemî rengên perawêzkirina rola jinan di biryara siyasî û hukmdarî e û berhingarbûna binpêkirina mafên jinan û rûbirûbûna tundûtîjiyê kar dike, herwesa ji bo zêdetir pêşxistina çanda wekheviya navbera jin û mêran jî kar dike.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ev biryar yek ji biryarên girîng û dîrokî yên Civata Ewlehiyê ye ku bandoreke berçav li ser girîngîdana bi pirsa jinan bi rengekî giştî hebûye, taybet jî li wan welat û deverên şer û neseqamgîrî tê de hene û jin jî qurbaniyên serekî yên şeran in.”

Serokwezîr Barzanî ragihand, “Ligel wan hemî astengiyên darayî yên ku ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê tên çêkirin, me bizav kiriye li dû şiyanên xwe budceyê ji bo bicihanîna vê biryarê terxan bikin û em dê berdewam jî bin. Her tiştekê pêdivî jî be ji bo berdewamîdana bi bicihanîna naveroka vê biryarê, em dê bikin”.