Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê hewil dide ji kesûkarên sehîd û enfalkiriyan re zêdetir xizmetê bike

16 March 2020 12:10 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê hewil dide ji kesûkarên sehîd û enfalkiriyan re zêdetir xizmetê bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera 32yemîn a kîmyabarankirina bajarê Helebce peyamek weşand.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya bo salvegera Helebcê de got,  “Ev tawana han ya mezin ya ku li hember netewa me hate kirin, birîneke kûre di dîroka gelê Kurdistanê de û nîşaneya ev stemkarî û zordariye ku li hember gelê Kurdistanê hatiye kirin.”

Deqa peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

Îro 32 sal di ser kîmiyabarankirin û komkujiya bajarê Helebceyê re ku beşek bû ji siyaseta jenosîdkirina gelê Kurdistanê, derbas dibe.

Ev tawana han ya mezin ya ku li hember neteweya me hate kirin, birîneke kûre di dîroka gelê Kurdistanê de û nîşaneya ev stemkarî û zordariye ku li hember gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku berhema xwîna şehîdan û berxwedana gelê me ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewil dide ji kesûkarên şehîd û enfalkiriyan re zêdetir xizmetê bike.Pêwîst e ev bîranînên trajedîk me zêdetir han bidin bo yekrêzî, yekgirtî û karkirina hevbeş bo zalbûn bi ser tevahiya karesat û rewşên dijwar de.

Serê rêz û newazişê bo canê paqij ya şehîdên Helebce û tevahiya şehîdên Kurdistanê.


Serok Barzanî: Helebçe birîneke kûr e û tu carî nayê ji bîr kirin