Mesrûr Barzanî: Em têkosîneke gelekî cidî ji bo jinavbirin û têkosîna dijî madeyên hisber didin

15 October 2023 12:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Em têkosîneke gelekî cidî ji bo jinavbirin û têkosîna dijî madeyên hisber didin

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 15ê Cotmehê li Hewlêrê di vekirina Konferansa Tekoşîna li hember Madeyên Hişber de gotarek pêşkêş kir.

 Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Li gor amarên berdest, bazirganî û bikaranîna madeyên hişber li Herêma Kurdistanê zêde dibe, ev jî ser civaka me metirsiyek e.”

Mesrûr Barzanî da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi cidî û berfereh kar ji bo jinavbirin û tekoşîna li hember vê metirsiyê dike û hemû hewlên xwe ji bo rêgirtin li belavbûna wê dike ku ji bo wê jî sala 2020an yasaya tekoşîna li hember madeyên hişber derxistiye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Pirsgirêka madeyên hişber û tekoşîna li hember wê pirsgirêkek cîhanî ye û gelek civak pê ve girêdayî ne; Mixabin Iraq û Herêma Kurdistanê jî ne li derveyî van metirsiyan in.”

Mesrûr Barzanî di dewamê destnîşan kir: “Helbet madeyên hişber ne tenê zirarê digihîne tendirustiya bikarhêner, belkû zirarên civakî, aborî, ewlekarî û darayî jî çêdike û sedema sereke ya lawazkirina sermaya mirovî ye.”

Barzanî got: “Herêma Kurdistanê bi awayên curbicur dijayetiya wê tê kirin û hewlên lawazkirina wê tên dayîn. Yek ji wan awayên herî metirsîdar jî madeyên hişber e, ku civak û ciwanên me tên armanckirin. Ji ber vê yekê divê em bi tundtirîn awa rûbirûyê vê metirsiyê bibin.”