Mesrûr Barzanî: Proseya hilbijartinê ji bo rewatiya deshilatê gelekî girîng bû

29 October 2024 17:30 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Proseya hilbijartinê ji bo rewatiya deshilatê gelekî girîng bû

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Cotmehê beşdarî civîneke Forûma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERİ) bû ku wê du rojan li Hewlêrê berdewam bike.

Di civîna bi sernavê “Birêveberiya Baş û ber bi Aramiyê ve” de Mesrûr Barzanî jî axaftinek kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Proseya hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê gelek girîng bû, ji bo vegerandina rewatiyê ji bo hemî dezgeh û pêgehên hukimdariyê û desthilatê li Herêma Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî got, “Diviyabû berî du sala ev hilbijartin hatiba kirin, lê ji ber hin sedeman û tekezkirina hin aliyan hilbijartin hatin paşxistin, heta ku gihîşt wê rewşê ku daxwaza guhertina qanûna hilbijartinan hat kirin; herwiha daxwaza nehiştina kursiyên kotayan hat kirin û daxwaza wê yekê jî hat kirin ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Bexdayê serpereştiya hilbijartinan bike.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, “Wan hemî tiştan wisa kir ku me li roja 20ê vê mehê hilbijartin kirin, bi tevlîbûnê 72% ya xelkê Herêma Kurdistanê, ku ev jî nîşaneya wê ye ku xelkê Herêma Kurdistanê şiyar e û bi dengdana xwe alîyê ku wan bawerî pê heye diyar kir ku çi dixwazin.”

Serokwez Barzanî destnîşan kir: “Niha ku em li benda encamên fermî yên hilbijartinan in, wê demê diyar dibe ku encam çawa ne. Ez hêvîdar im hemî alî bikarin qebûl bikin. Eger têbînî jî hebin, lê bêguman bi tevlîbûna aliyên navdewletî diyar bû ku proseyeke baş bû.”

Mesrûr Barzanî da zanîn: “Hemî aliyên siyasî yên ku tevlî wê proseyê bûn hiştin ku, proseya hilbijartinan bi ser bikeve. Herwiha alîgirên aliyan jî bi tevlîbûna xwe wiha kirin ku Kurdistan di wê proseya siyasî de serkeftî be û ya yekê be.”

Herwiha Mesrûr Barzanî got: “Gelek alî hebûn ku berî hilbijartinan pêşbîniya encamekê bikin, lê piştî hilbijartinan ku encam bi awayekî derketine, niha helwesteke din wergirtine.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, “Pêdivî ye êdî xelkê Kurdistanê fêm bike ku rastiyek heye, divê ew rastî bê qwbûlkirin, encamê vê proseya hilbijartinan nerîna rastîn a xelkê Kurdistanê bû ku xelkê Kurdistanê bawerî bi kê aniye. Herwiha ew bizavên têkdanê ku gelek tişt bi awayekî din hatine wênekirin, niha ji xelkî re diyar bû ku çi bingeh ji bo wan gotinan nebûne, xelkê bi nerîna xwe diyar kir û eşkere kir ku çi paşerojê dixwazin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, “Her bi vî awayî jî PDK wekî partiya serkeftî ya vê proseya hilbijartinan dê bi peyamên xwe re rastgo be ku peyama avedaniyê bû, peyama aştiyê bû, peyama pêkvejiyanê bû, peyama xweragiriyê bû. Ev peyam ji dilê PDKê derketine, ev rêbaz e ya ku PDK li ser hatiye perwerdekirin, PDKê li ser kar kiriye, ji niha û pê de jî bi her kesekî re ku bixwaze tevlî hikûmetê bibe dê bizavan bike ku bersivdera hez û daxwaziyên xelkê be ku ew dixwazin welatekî aram hebe, welatekî pêşketî hebe, welatek hebe ku roj bi roj pêgavan biavêje.”