Mesrûr Barzanî bo civîna ligel Mîçotakîs: Hevdîtineke gelekî berhemdar bû
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de ku pêşî serdana Belçîkayê kiribû û bi berpirsên bilind re civiyabû şeva borî derbasî Yûnanistanê bû.
Serokwezîr Barzanî, îro Înê 11ê Hezîranê li paytexta Yûnanistan Atînayê bi Serokwezîrê Yûnan Kiriakos Miçotakis re civiya.
Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civîna ligel Mîçotakîs de, li ser medya civakî ragihand ku hevdîtineke gelekî berhemdar çêbûye û diyar, “Pêwendiyên bihêz ên dualî car din hatin teyîtkirin. Di warê bazirganî û veberhênanê de herdu alî ji bo derfetên nû hevkariyê dikin. Hevkariya sûdewergirtina di warê pisporiya çandiniyê de hat tekezkirin.”
Very productive meeting with PM @kmitsotakis in Athens today.
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) June 11, 2021
— Reaffirmed our strong people-to-people ties
— Bilateral team to explore trade and investment opportunities
— Agreed to kickstart agriculture links and expertise pic.twitter.com/c7CApcMoC7

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin