Wezareta Derve ya Flandersê derbarê civîna ligel Mesrûr Barzanî de daxuyanî da

10 June 2021 16:39 0 dîtin
Wezareta Derve ya Flandersê derbarê civîna ligel Mesrûr Barzanî de daxuyanî da

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Herêma Flanders a Belçîkayê derbarê civîna Serokwezîrê Flandersê Jan Jambon û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de daxuyanî da.

Wezareta Derve ya Flandersê destnîşan kir ku tekezî li ser bihêzkirina hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan di warê aboriyê de hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di civînê de Serokwezîrê Herêma Flanders ku herêma herî mezin a Belçîkayê ye, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji ber şerkirina li dijî DAIŞê û gotiye: “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji ber hewldanên şerê li dijî DAIŞê, hêzên Pêşmerge alîkarekî sereke ye û rola wan a mezin hebû di kêmkirina metirsî û gefên terorîstan li ser Ewropayê.”

Herwiha di civînê de, her du aliyan amadebûna xwe nîşan dane ji bo ku pêwendiyên xwe di warê aboriyê de bihêztir bikin û li ser rewşa herêmê û seqamgîriya asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê gotûbêj hatiye kirin.