Baydemir pistî civîna ligel Mesrûr Barzanî got: Herêma Kurdistanê hêviya Kurdan e

24 February 2020 14:53 0 dîtin
Baydemir pistî civîna ligel Mesrûr Barzanî got: Herêma Kurdistanê hêviya Kurdan e

PeyamaKurd – Îro Duşemê (24.02.2020) serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li siyasetmedar Osman Baydemîr kir.

Di Hevdîtinê de li ser giringiya xebata aştîxwaziya gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa amaje pê hat kirin û siyasetmedar Osman Baydemir pesnê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku Herêma Kurdistan hêviya Kurdan e.

Baydemir li civînê got, Herêma Kurdistanê hêviya bi milyonan Kurdan e û ji ber vê yekê jî divê piştgiriya wê bê kirin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Mesrûr Barzanî jî spasiya piştevanî û helwesta niştimanperwerî ya Osman Baydemir kir û jê re hêviya serkeftinê xwest.

Hêjayî gotinê ye ku ev hefteyeke Osman Baydemir li herêma Kurdistanê ye û li gel Serok Barzanî, Serokê hHerêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û desteya serokatiya parlamentoyê û aliyên din ê siyasî yên Herêma Kurdistanê re jî civiyabû li ser çendîn mijarên rojevê û pêşhatên dawîn û hewildana sazkirina yekîtiya Kurdan guftûgo kiribûn.