Pistî civîna Mesrûr Barzanî û Çavusoglu daxuyanî: Tirkiye amade ye...

29 April 2019 15:52 0 dîtin
Pistî civîna Mesrûr Barzanî û Çavusoglu daxuyanî: Tirkiye amade ye...

PeyamaKurd – Şêwirmendê Encûmena Asayîşa herêma Kurdistanê û namzedê serokwezîrtiya hikûmeta dahatû yê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu şanda ligel wî re civiya. Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragihandin ku Çavuşoglu amadebûna Tirkiyê bo hevkariya ligel hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye.

Di daxuyaniya Encûmena Asayîşa Kurdistanê de derbarê civînê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên; pêşhatên siyasî û emnî yên herêmê, pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Enqerê hatine gotûbêjkirin.

HÊVIYA SERKEFTINÊ BO MESRÛR BARZANÎ XWEST

Çavuşoglu di hevdîtinê de, hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re ji bo posta nû ya seroktiya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê xwest û got, welatê wan amade ye hevkariyê ligel hikûmeta nû ya Kurdistanê bike û pêwendiyên navbera herdu aliyan pêşdetir bixin.

'PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYÊN TIRKIYÊ HEYE'

Mesrûr Barzanî jî pêşxistina zêdetir a pêwendiyên ligel Tirkiyê anî ziman û got, pêwîstiya herêma Kurdistanê û Iraqê bi palpiştiya Tirkiyê ya yarmetiya diravan û avadankirina herêmên di şerê dijî terorê de ziyan dîtine heye.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de herwiha, li ser zêdekirina pêwendiyên bazirganî, dosyeya asayîşa herêmê û rûbirûbûna êrîşên terorê jî hatiye rawestîn.

 

PKK, DEAŞ&FETÖ terörüyle mücadeleye birlikte odaklanacağız. IKBY’yle ticari ve yatırım ilişkilerimizi artıracağız.

Will focus on fighting together against terrorism of PKK, DEASH&FETO. Will increase our trade&investment relations w/KRG. @masrour_barzani pic.twitter.com/FtseQfpdj2

— Mevlüt Çavuşoğlu (@MevlutCavusoglu) 29 Nisan 2019