Mesrûr Barzanî û Blinken li Davosê civiyan: 'Biden êrîsên ser Kurdistanê wek metirsiyeke cidî dibîne'

16 January 2024 20:33 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Blinken li Davosê civiyan: 'Biden êrîsên ser Kurdistanê wek metirsiyeke cidî dibîne'

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Çileyê li li bajaroka Davos a Swîsreyê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re civiya.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê di destpêka hevdîtinê de got ku ew bi awayê herî tund êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dikin, ku binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye û hevxemiya welatê xwe ji malbatên qurbaniyên êrîşê re nîşan da.

Wezîrê Derve yê Amerîka destnîşan kir ku Amerîka û Serokê Amerîkayê Joe Biden wan êrîşên li ser Herêma Kurdistanê, weke metirsiyeke cidî dibînin û dê hewlên pêwîst bidin ji bo parastina asayîş û aramiya Herêmê.

Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê silav ji Serok Mesûd Barzanî re şand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn, ev êrîş bê bihane û ne rewa ne û divê civaka navdewletî êdî li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.