Mesrûr Barzanî û Macron li Davosê civiyan: Fransa pistgiriya temam dide Kurdistanê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron, îro 17ê Çileyê di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanê de li Davosê civiyan û mijara sereke êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bû.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de ragihand, beşa sereke ya civîna Macron û Barzanî girêdayî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bû ku li ser Herêma Kurdistanê gefeke rastîn e û binpêkirineka eşkere ya serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê ye.
Hate diyarkirin ku her du alî li ser girîngiya parastina ewlehî û îstiqrara Iraq û Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.
Emanuel Macron bi dilgermî hevxemiya xwe ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber şehîdbûna welatiyên Kurdistanê di êrîşa Îranê de diyar kir û bi piştgiriya temam a welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê anî ziman.
Mesrûr Barzanî spasiya Emanuel Macron kir, ji ber hevxemî û piştevaniya wan a berdewam ji bo Herêma Kurdistanê, ku Fransayê di qonaxên cuda cuda de her dem piştevaniya gelê kurdistanê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin