Mesrûr Barzanî û Serokomarê Ermenistanê Haçaturyan li Davosê civiyan

23 May 2022 19:22 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Serokomarê Ermenistanê Haçaturyan li Davosê civiyan

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya beşdariya Forûma Aborî ya Cîhanê de, hevdîtinên xwe yên asta bilind bi serok û berpirsên welatan re didomîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 23ê Gulana 2022yan li Davosê bi Serokomarê Ermenistanê Vahagn Haçaturyan re jî hevdîtinek kir.

Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di civînê de li ser guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê hatiye axaftin.

Herwiha bi taybetî jî di warê bazirganî û veberhênanê de di navbera herdu aliyan de gotûbêj hate kirin.

Mesrûr Barzanî li Davosê bi şanda Behreynê re civiya