Mesrûr Barzanî li Davosê axivî: Ev êrîs gelekî bêsedem e û nabe bi ti awayî bêbersiv bimîne
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Korbeneda Aborî ya Cîhanê Davosê, di civîneke rojnamevanî de li ser êrîşên Îranê yên şeva borî li ser Hewlêrê got: “Di êrîşeke bê behane û nemerdane de dîsa Hewlêr hat armanckirin, nabe êrîşên li ser Hewlêrê bê bersiv bimînin”.
Mesrûr Barzanî ragihand: “Ev êrîş û dijminatiyên li hemberî Herêma Kurdistanê çi sedema wan nîne û bê behane ne, her tiştekî ji destê me hatî li Herêma Kurdistanê me kiriye, ji bo ku em zêdetir xizmeta xelkê xwe bikin û bi rengekî aştiyane jî pêwendiyên xwe bi welatên cîran re pêş bixin”.
Serokwezîr Barzanî got: “Mixabin, ew êrîş gelek bêsedem in û nabe bi çi rengan bê bersiv bimînin, em hêvîdar in Civaka Navdewletî alîkar be, ji bo ku ew êrîş bidawî bên ên ku tên ser Herêma Kurdistanê û rê bidin me ku em bikarin bi aştî û azadî li welatê xwe bijîn”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pirsa hebûna hêzên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Irqaqê jî diyar kir: “Hêzên Amerîkayê bi lihevkirina Hikûmeta Iraqê li wê derê ne, erkê wan nehêlana terorê ye, hê jî teror li deverê berdewam e, ew êrîşa şeva borî hatiye kirin êrîşeke bêbehane û bêbnigeh e, pêdivîya me bi hevahengiya navdewletî heye ku em îstiqrarê ji bo Iraqê vegerînin”.
Li ser helwestên welatan Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Me hinek hevdîtin û civîn hene, ev pirs dê bê behskirin. Piştî wan hevdîtinan, dê baştir ji bo me zelal bibe, ji bo ku em bizanim helwestên wan welatan wê çi bin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin