Mesrûr Barzanî: Pêwendiyên Kurdistanê yên navdewletî di salên dawî de gelekî pês ketine
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 28ê Çila roja Yekşemê, di Konferansa Nûneretiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî got: “Cihê dilxweşiyê ye ku di van salên dawî de, pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên derve û navdewletî gelekî bipêş ketine.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo lidarxistina konferansê spasiya Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û pêşwazî li hemû mêvan û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li welatan kir.

Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im ku di konferansê de gotûbêjên baş û berhemdar bên kirin û encam, pêşniyar û raspardeyên wê di xizmeta pêşxistina zêdetir a pêwendiyên me de bin.”
Serokwezîr Barzanî di gotara xwe de diyar kir, “Cihê dilxweşiyê ye ku di van salên dawî de pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên derve û navdewletî gelek pêş ketine. Hejmara konsulxane û nûnerên dîplomatîk li Herêma Kurdistanê zêde dibe û em plan dikin ku di paşerojê de hejmara nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li derveyî welat zêde bikin û li çendîn welatên dost û girîng ên ku konsulxaneyên wan li Kurdistanê hene, nûneratiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekin, ji bo pêşxistina pêwendiyên dostanî û aborî, çandî, zanistî û akademîk.”
Herwiha Mesrûr Barzanî diyar kir, “Di warê navdewletî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavên gelek baş avêtine, çi di warê şandina şandên bilind ên Herêma Kurdistanê û çi jî di warê beşdarbûna di konferansên navdewletî de.”
Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de destnîşan kir, “Herêma Kurdistanê weke qewareyeke destûrî û yasayî li Iraqê, her tim faktora ewlekarî û aramiya Iraq û navçeyê bûye û xwazyar e baştirîn pêwendiyên wê li gel welatên cîran û civaka navdewletî bi giştî hebe. Armanca me ew e ku em têkiliyên xwe yên derve û navneteweyî li ser bingeha berjewendî û rêzgirtina dualî pêş bixin û xurt bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin