Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê pêswaziyê li pêsxistina pêwendiyên ligel Japonyayê dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Adarê pêşwazî li Balyozê Japonê li Iraqê Suzukî Kutaru kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de Balyozê Japonê pesnê Herêma Kurdistanê da ku faktoreke girîng e ji bo aramîya navçeyê û tekezî li ser pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên welatê xwe û piştevanîya berdewam li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di pêşxistina weberhênana Japonî li navçeyê.
Balyozê Japanê jî spasîya Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku alîkarî û hêsankariyên pêşkêşî ajans û rêxistinên nehikûmî yên Japanê li Herêmê kirine.
Serokwezîr ji bilî spasiya piştgîriya Japonê bo Herêma Kurdistanê, dupat kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li pêşxistina pêwendiyên berfireh bi Japonê re dike.
Di civînê de Berpirsê Nivîsgeha Konsolxaneya Japonê ya li Hewlêrê Negayama Noşiko amade bû, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê jê re xwest, bi boneya bidawîkirina erkên xwe yên li Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin