Mesrûr Barzanî: Divê civaka navdewletî rola xwe ya parastina Herêma Kurdistanê bicih bîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 31ê Çileyê li paytext Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Norwecê yê Urdin û Iraqê Espen Lindback kir.
Hiktûmeta Kurdistanê piştî civînê ragihand ku di wê hevdîtinê de pêşxistina pêwendiyên dualî û dawî pêşhatên li Iraq û deverê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê de hate gotin, “Balyozê Norwecê nîgeraniya xwe li hember êrîşa vê dawiyê ya li ser Hewlêrê û hevxemiya xwe ji bo kesûkarên qurbaniyên wê êrîşê ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin û piştevaniya welatê xwe ji bo aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê tekez kir. Herwiha şaşbûna xwe ya ji bo xweragirî û hevhelwestiya gelê Kurdistanê li hemberî wê êrîşa nerewa anî ziman.”
Serokwezîr Barzanî di civînê de, spasiya piştevanî û dilsoziya Norwecê kir û tekez kir ku pêwîste Civaka Navdewletî rola xwe ya girîng û çalak di parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên wê yên destûrî de bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin