Nêçîrvan Barzanî: Civaka navdewletî amade ye, lê divê Iraq jê sûde bigire
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku îro 2yê Îlonê bi serdaneke fermî li Bexdayê ye, yekem hevdîtina xwe bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re pêk anî.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de got, ‘civaka navdewletî amade ye hevkarî û piştevaniya Iraqê bike, girîng e Iraq jî bikare sûdê ji wê derfetê bibîne.’
Piştî civînê hat ragihandin ku rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê, nexweşiya vîrûsa Koronayê û bandorên wê di warê aborî de û hewlên rûbirûbûna wê, berdewamiya guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, metirsiyên terorê û tevgera DAIŞê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din hatin guftûgokirin.
Di civînê de ku cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê amade bûn, her du aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya karê bi hev re û hevbeşiya hemû pêkhatiyan û aliyan ji bo rûbirûbûna rikeberiyan û derbaskirina qeyranan kirin. Her du alî hevnerîn bûn li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û dilniya bûn ji nehîştina DAIŞê.
Derbarê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de jî, Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî pêdagirî li berdewamiya guftûgoyan ji bo gihîştina rêkeftineke giştgir ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê û hevkariya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina qeyranan kirin.
Kazimî girîngiya avakirina baweriyê anî zimarn û ragihand, pêştir kêmanî di serderîkirina bi pirsgirêkan re hebû û hêvî xwest, her du alî bikarin bi nerîneke nû û hevbeş pêngavan ji bo çareseriyan bavêjin.
Nêçîrvan Barzanî jî tekez kir ku çareserkirina rîşeyî û yekcarî ya pirsgirêkan di berjewendiya tevahiya Iraqê de û aramiyê ji bo welat vedigerîne.
Pêwendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran, parastina sînoran û serweriya Iraqê, sardana Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê û civîna wî ligel Serokê Amerîka, serdana Serokê Fransayê bo Iraqê û erkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, tewereke din a civînê bû.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser ku civaka navdewletî amade ye hevkarî û piştevaniya Iraqê bike, girîng e Iraq jî bikare sûdê ji wê derfetê bibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin