Nêçîrvan Barzanî: Em ji civaka navdewletî dixwazin Enfalê wek jenosîd binase

14 April 2021 17:46 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em ji civaka navdewletî dixwazin Enfalê wek jenosîd binase

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 33yemîn a jenosîda Enfalê, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, dewleta Iraqê divê kesûkarên qurbaniyan li rûyê madî û manewî ve qerebû bike û daxwazê dikin wê erkê xwe ya yasayî û exlaqî bi cîh bike û dadwerî pêk bê.

Barzanî got, “Em herwiha daxwazê ji civaka navdewletî jî dikin wan tawankariyan bi jenosîd binasîne.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Îro 14ê nîsanê bîranîna sîh û sê saliya tawanên enfalan dikîn ku yek ji dirindetirîn tawanên rejîma berê yê Iraqê ye, bê cûdahî sedan hezar jin, zilam, zarok û pîrên bêgunehên Kurdistanê rapêçî çol û biyabanên bê rêûbaniyên mirina bi kom kirin û bêbakane zêdetirê 182 hezar welatiya komkuj û zîndî biçal kirin. Jîngeh û xwezaya xweşika welatê me wêran kirin û şûnewarên jiyanê bi yekcarî li hezaran gund û bajarokên Kurdistanê jêbirin.

Li vê bîranînê de serê rêz û rûmetê li ber giyanê pakê şehîdan da ditewînin, bi rêz û rûmetê wan bi bîr tînîn, herdem bi zîndiyî li bîrdanka gelê Kurdistanê da dimînin. Silav ji bo wan û silav û rêz ji bo malbat û kesukarên wan yên serbilind ra dişînîn ku berevaniya jan û êşeke kûr ya bê veqetandî kirine û digrin. Pêwîste her çi li şiyanê da heye xizmeta zêdetir û baştir pêşkêşî kesukarên şehîdan bê kirin.

Bîranîna şehîdan û dîroka pir bi xwîn û rondikan divê handerê tebayî û yekrêziyê bê û em hemû pêkve kar bikîn bo ku tu careke din karesatên wiha li ser gelê Kurdistanê û li hîç cîheke din li ser mirovayetiyê da neyê.

Piştî ku Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê enfalan bi jenosayd û tawanê dijî mirovayetî û tawana cengê nasand, dewleta Iraqê divê kesukarê qurbaniyan li rûyê maddî û ma’newî ve qerebû bike û daxwazê dikîn wê erka xwe ya yasayî û exlaqî bi cîh bike û dadwerî pêkbê. Her wiha daxwazê ji civaka navdewletî jî dikîn wan tawankariyan bi jenosayd binasênê. Divê ew tawan li programên xwendin û li hemû cîheke pêwîst da bê dokument kirin.

Silav li bîranîna şehîdan, silav ji bo giyanê wan yê pak, bîranîna wan herdem bixêr.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

14.04.2021