Nêçîrvan Barzanî: Cihekî taybet ê Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de heye

19 February 2023 17:16 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Cihekî taybet ê Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de heye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê ku ji bo beşdariya 59emîn Konferansa Ewlekarniyê ya Munîhê li Almanyayê ye, derbarê hevdîtinên xwe de got, Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de, cihekî wê yê taybet heye.

Nêçîrvan Barzanî derbarê naveroka konferansa ewlekariyê de di civîneke rojnamevanî de diyar kir, mijara şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de mijareke din a civînan bû ku di vê çarçoveyê de jî mijara enerjiyê, mijarek e welatên rojavayî girîngiyê didinê ye û wiha axivî: “Bê guman Iraq û Herêma Kurdistanê di mijara enerjiyê de dikarin alîkar bin, eger xwedî nêrîneke durist û rêkûpêk bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku DAIŞ hê jî dikare aramiya Iraqê têk bide û da zanîn: “Civaka navdewletî heta niha mijara terorê û metirsiya DAIŞê, wek pirseke cidî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî ragihand, hemû şandên ku li Mûnchenê bi wan re hevdîtin pêk anîne, ew ji bo yekrêziya Kurdan han dane û gotine, divê Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha got, YNK û PDK dê di demek nêzîk de li hev bicivin û pirsgirêk ew qas ne mezin in ku li ser Herêma Kurdistanê bibin metirsî.

Di dewamê de jî diyar kir: “Eger hemû hêz û aliyên Kurdistanê, ne bi hev re bin em nikarin tiştekî ji bo Herêma Kurdistanê bikin.”